PeyamaKurd – Piştî bûyera du roj berê ya teqandina otomobîlekê li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê ku PKKê li xwe girtibû û 5 kesên sivîl tê de hatibûn kuştin, artêşa Tirkiyê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.
Operasyona leşkerî ya li navçeya Liceyê piştî bûyera Pasûrê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Di teqîna bi bombeya çandî hatibû encamdan de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û li gorî ragihandina Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 5 kesên gumanbarên wê teqînê hatine girtin.
Operasyona leşkerî jî li gundên Sîsê, Dêrxust û Xezmaz ên navçeya Liceyê hatibû destpêkirin ku hat ragihandin leşkerên beşdarî operasyonê bûne îro ji qada operasyonê vekişiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin