PeyamaKurd- Xelkê Sûriyê yên ku bi sedema şer ji welatê xwe reviyane û hatine Tirkiyê, li gor rêjeyên fermî, şîrketên herî zêde yên wan in. Li gor rêjeyên fermî penaberên ji Sûriyê hatine Tirkiyê heya niha di 7 salan de 7 hezar û 243 şîrket ava kirine.
Hinek şîrketên Sûriyeyiyan hene ku ne fermîne û tevî wan jimara şîrketan ji 10 hezarî derbas dibe. Şîrketên ku hatine avakirin yên bazirganiya eşyayên li ser hev, xeyrîmenqûl û yên avahiyan e.
Koça xelkê Sûriyê di gulana 2011an de destpêkiribû û hatibûn bajarên Kurdistanê Entabê, Kîlîs û Hatayê nêzî sînorê Tirkiyê binecîh bûbûn. Li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr niha 3 mîlyon û 325 hezar kes dijîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin