PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê ajotvanê otomobîlê kontrola dîreksiyonê ji dest derket û firiya aliyê ser şerîda dinê. Ajotvan birîndar bû. Bûyer li taxa Cûmhûriyetê çêbû. Baş bû di şerîda dinê de otomobîl nedihatin û qezayekî mezntir çênebû.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û polîsan, tîm tev çûn ciyê bûyerê û ji ber ajotvan birîndar bû, wî bi ambûlansê birin nexweşxana Zankoyê ya Xarpêtê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin