PAK: Em qirkirina Singalê tel’în dikin!

PAK: Em qirkirina Singalê tel’în dikin!

PeyamaKurd- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) qirkirina Şingalê ya li dijî gelê Kurdên Êzîdî şermezar kir. PAKê di daxuyaniya xwe de got ku em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û qatil û kujerên wan û kesên ku wan qatilan diparêzin hemiyan, lanet dikin:

“Di 3yê Tebaxa 2014an de IŞÎDê êrîşî Êzîdiyên li bajarê Şingalê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran keç û jinên wan jî revandin. Keç û jinên Kurdên Êzîdî li bazaran weke koleyan hatin frotin.

Piştre di meha Cotmeha sala 2015an de pêşmergeyên Kurdistanê di bin serokatiya Serok Barzanî de bi 7500 pêşmergeyî li dijî IŞÎDê operasyonek li Şingalê li darxistin. Di 13ê Mijdara 2015an de pêşmergeyan Şingal ji IŞÎDê paqij kir.

Lê belê piştî bûyerên 16 Cotmehê Şingal careke dî ji destê pêşmergeyan derket û ji aliyê leşkerên Iraqê û Heşdî Şebî ve hate vegirtin.

Îro jî gelek jin û keçên Kurdên Êzîdî di destên IŞÎDê de êsîr û kole ne û Şingal jî ne di bin qontrola Hukûmeta Kurdistanê de ye.

Çareserkirina pirsgirêka Şingal û birayên me yên Kurdên Êzîdî di destpêkê de berpirsiyariya hemî gelê Kurd û Hukûmeta Kurdistanê ye. Ev ji bo hemî Kurdan wezîfeyeke netewî û dîrokî ye. Di heman demê de wezîfeya Netewên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û hemî saziyên navnetewî yên insanî ye.

Şingal axa Kurdistanê ye û di referandûma serxwebûnê de ji %90î zêdetir îradeya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kar aniye. Divê berî gavekê hemî derd û kulên Kurdên Şingalê werin çareserkirin û Şingal bi ser Hukûmeta Kurdistanê ve were berdan. Ji bo Kurdên Êzîdî ku hê jî di destê IŞÎDê de êsîr in, divê Hukûmeta Kurdistanê û Civaka Sivîl  ya Ewrûpayê hemî îmkanên xwe seferber bikin.

Em careke dî di salvegera 4emîn ya qirkirina Şingalê de şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û katil û kujerên wan û kesên ku wan qatilan diparêzin hemiyan, lanet dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin