PeyamaKurd - Ajansa Reutersê bi zarê rayedarên Amerîkî ragihand ku Amerîka bi temamî vekişîna ji Sûriyê guftûgo dike.
Rayedarên Amerîkî ji Reutersê re ragihandin, ‘Piştî ku hemû erdên di destê DAIŞê de bên standin, Amerîka li ser vekişîna bi temamî ya leşkerên xwe nîqaş dike.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî belavbûna nûçeyên derbarê vekişîna ji Sûriyê de, twîtek parve kir û tê de got, "Li dema serokatiya min tekane sedema mayîna me ya li Sûriyê têkbirina DAIŞê bû."
Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ew dixwazin hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin, lê Wezaretên Berevanî û Derve yên Amerîkayê nûçeyên li ser vekişîna ji Sûriyê red kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin