HDP: Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema astiyeke daîmî û bi rûmet

HDP: Bi hêviya ku ev cejn bibe sedema astiyeke daîmî û bi rûmet

PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya Cejna Remezanê peyamek belav kirin. Hevserokên HDPê Pervin Buldan û SezaîiTemelli, Cejna Remezanê li hemû cîhana îslamî pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejn “bibe sedema aştiyeke daîmî û bi rûmet.”

Buldan û Temelli di peyama xwe de dibêjin: “Em wek mirovên ku bi hemû ferq û cudahiyên xwe vê axê, vî welatê hevbeş û qedera hevbeş parve dikin, têkoşîna wê yekê didin ku van cejnan bi wateya xwe ya rast pîroz bikin. Cejna Remezanê, cejna xebata dijî neheqiyê ye. Cejna lêborîn, aştbûn, pêkve jiyan û bi hev re afirandina siberojê ye.”

Hevserokên HDPê dibêjin: “Em dikarin bi wateya xwe ya rast cejnan pîroz bikin. Bingehê aştiyê deynin û jiyana hevbeş li ser bingehê wekheviyê ava bikin. Wek me bi hêvî, bi ked û xebata xwe afirand; em dikarin siberoja xwe jî li ser bingehê aştî, demokrasî û azadiyê biafirînin.”

Hevserokên HDPê teqez dikin ku ligel ferzkirina şer û siyaseta kuştin û birînê, bo hemû mirovatiyê armanca wan ew e hemû kesek bi ziman, ol û nasnameya xwe bi aramî cejna xwe bike û gehiştina wan rojan jî ne dûr e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin