Pêsmerge li dijî DAISê operasyon da destpêkirin...

Pêsmerge li dijî DAISê operasyon da destpêkirin...

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî rêxistina terorîst DAIŞê ku herêma Germiyanê di nav liv û tevgerê de ye, operasyon da destpêkirin.

Hat ragihandin ku Pêşmerge li nehiya Kulaco ya Kifrî ku bi ser Germiyanê ve ye, li dijî terora DAIŞê operasyon da destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê Lîwayên 5emîn û 16emîn ên Pêşmerge li dorûbera Kulacoyê li dijî DAIŞê operasyona dijî terorê dane destpêkirin ku şaneyên veşarî yên DAIŞê lê hebûn û car caran jî êrîş dikirin.

DAIŞê di 5 rojên dawî de, li herêmên Germiyan û Xaneqînê ku derveyî îdareya herêma Kurdistanê ne, 8 caran êrîşî gundewarên wan herêman kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin