PeyamaKurd - Li nêzîkê mizgefteke bajarê Lahur a patexta Pakistanê teqînek çêbû û 5 jê polîs bi kêmanî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn
Rayedarê Ewlehiya Lahurê Gazanfer Elî diyar kir li li ber Tirbeya Data Darbarê wesayîta polîsan ji ber êrîşeke bombeyî teqiya, 5 polîsên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, 23 kesên din jî birîndar bûn.
Gazanfer Elî got êrîş yan ji aliyê çalakvanekî xwekujiyê ve hatiye kirin yan jî bi bombeya ku berê di wesayîtê de hatibû bicihkirin hatiye kirin, lê hêj ne eşkere ye. Rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Heta niha kesîberpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe. Polîs gihiştine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin