Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransa Le Drian re civiya

Serok Barzanî bi Wezîrê Derve yê Fransa Le Drian re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Înê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir ku ji bo serdaneke fermî li Herêma Kurdistanê ye.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Serok Barzanî û Le Drian de, li ser mijarên herêmî, têkoşîna dijî DAIŞê û pêwendiyên Bexda-Hewlêrê gotûbêj hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê got: ‘’Ez kêfxweş bûm bi pêşwazîkirina Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li nivîsgeha xwe. Me behsa rewşa niha ya Iraqê kir û pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Fransayê jî me guftûgo kir. Herwiha me behsa zêdetir bihêzkirina wan pêwendiyan kir.’’

Wezîrê Derve yê Fransayê doh piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bûbû û bi Serokê Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Le Drian doh jî li Bexdayê jî be Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokomar Berhem Salih re hevdîtin pêk anîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin