PeyamaKurd - Berpirsê baskê PDKê yê Xaneqînê Cehfer Şêx Mistefa li ser ereb kirin û dagirkirina erdên cotkarên kurd ji aliyê erebên ji derve hatine anîn û rewşa ewlehiya navçeya Xaneqînê got, pêwîste di qonaxa duyem de wek rêkeftina Şingalê, rêkeftinek ji bo sînorê Xaneqînê û derdora wê jî bê kirin.
Cehfer Şêx Mistefa destnîşan kir: “Heşdî Şeibî bi navê DAIŞê kiryarên tundiyê pêk tîne û bombeyan datine û xelkê şehîd û birîndar dike. Ev yek bo tirsandina xelkê ye ku cotkarên kurd navçeyên xwe vala bikin û êdî rewşa sînorê Xaneqînê wisa ye. Niha piştî Şingalê bo asayî kirina rewşê di navbera herdu hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê de rêkeftinek hate kirin. Pêwîste qonaxa duyem dora Xaneqînê be û rêkeftineke wek Şingalê bo wê jî bê kirin û dawî li destdirêjiyên Heşdî Şeibî bê û rewşa navçeyê ber bi baştirbûnê ve biçe.”
Berpirsê baskê Xaneqînê yê PDKê Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Rewşa ewlehiya sînorê Xaneqînê her xirabe û erebên piştre anîne dest bi kirîna mulk û mal dikin li qeza Xaneqînê û nehyeyên derdora wê. Bi taybet ew cotkarên kurd ku niha mijûlê kiştûkaliyê ne û derfetên wan ên madî kêm e û em jî nikarin tiştekî bo wan bikin, erdê xwe yê kiştûkaliyê difroşin erebên piştre anîne û ev yek pir metirsîdare.”
Şêx Mistefa got, “Ji aliyekî din ve îstixbarata artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî bi behaneyên cuda cuda ve ew hemwelatiyên kurd ên nav xelkê de çalak û diyarin digre û rojên borî de 11 kes girtin ku yek ji wan mamostayê olî bû. Herwiha şeva borî 22.11.2020ê li Xaneqînê 4 ciwanên din bi behaneyên cuda cuda girtin û ew kesên jîr û çavnetirsin ji Heşdî Şeibî, ji ber wê dosyayan ser wan çêdikin.”
Berpirsê PDKê da zanîn: “Derbarê erdê kiştûkalî de em li gel hikûmeta Iraqê rastî pirsgirêkeke mezin hatine. Ji ber niha aliyên leşkerî û hikûmet piştevaniya erebên hawirde ango piştre anîne dikin. Xelkê me jî çek bi dest nîne û ew jî têne ser erdê kiştûkaliya kurdan û dagir dikin. Herwiha parêzgerê Diyala û rêveberê kiştûkaliya Diyala jî piştevaniya erebên piştre hatine dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin