PKK û Hesdî Sebî li Singalê bi cih bûn!

PKK û Hesdî Sebî li Singalê bi cih bûn!

PeyamaKurd- Qaymeqamê navçeya Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku Artêşa Iraqê ji hêrêmê derketiye û hêzên PKKê û Heşdî Şebî hatine li Şingalê bi cih bûne. Artêşa Iraqê jî ev agahî piştrast kir.

Fermandarê Artêşa Iraqê Sedo Ehmed di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku Artêşa Iraqê ji Şingalê derket û ewlehiya wê derê ji Heşdî Şebiyê re hişt.

Berdevkê eşîrên Ereban yên li Mûsilê Mezahîm Ahmed El-Huveyt jî got ku ji ber daxwaza Îranê, Artêşa Iraqê ji Şingalê derketiye. Huveyt got ku ev çend roj bûn ku pêvajoya vekişîna Artêşa Iraqê dest pê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin