PeyamaKurd - Serokê Deweleta Rûsyayê Vladimîr Pûtin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un li Rûsyayê civiyan. Pûtîn ji bo hewildanên normalîzasyonê yên di navbera Koreya Bakur û Amerîkayê kêfxweşiyên xwe anîn zimên.
Historic moment #Putin and #KimJongUn meet face-to-face for the first time
— Ruptly (@Ruptly) 25 Nisan 2019
LIVE: https://t.co/CXOLnXxLXl pic.twitter.com/PFFezHl8VP
Civîna Pûtîn û Kîm li Vladivostoka bajarê Rûsyayê li Zanîngeha Federal a Rojhilata Dûr hat kirin. Pûtîn beriya hevdîtinê axivî û got ku serdana Kim a li Rûsyayê dê têkiliyên dualî xurt bike. Putîn wiha axivî: "Ez bawer im ku ev serdan dê piştgiriyê bide çawaniya çareserkirinê ya rewşa nîvgrava Koreyê, tiştên ku dikeve ser milê Rûsyayê em dê guftûgo bikin."
Putîn diyar kir ku Moskova ji bo hewildanên normalbûna têkiliyên navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr, Amerîkayê kêfxweş e û wiha dewam kir: "Helbet em ji bo gotubêjên di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr û hewldanên normalbûna têkiliyên Koreya Bakur û Amerîkayê de kêfxweş in."
Serokê Koreya Bakur Kim jî wiha axivî: "Rewşa nîvgrava Koreyê bala hemû civata dinyayê dikşîne. Ez hêvîdar im ku hevdîtinên me dê ji bo nirxandina vê rewşê û danûstandina fikra hevdu bibe çalakiyeke girîng."
Hêjayî gotinê ye ku bo cara ewil e ku di navbera Putîn û Kim de hevdîtineke wiha pêk tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin