PeyamaKurd – Ji bo rawestandina şer û aloziya navbera milîsên rejîma Sûriyê Dîfaa El Wetenî û hêzên asayîşa Rojavayê Kurdistanê ku du roj in berdewam dike, bi navbeynkariya hêzên rûsî ji bo îro 22yê Nîsanê heta nîvro agirbest hatibû ragihandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî û daxuyaniyên hêzên Asayîşê, her çiqas fermandarên asayîşê ji endamên xwe xwestine li gorî agirbestê tevbigerin jî çekdarên Dîfaa El-Wetenî guh nedane daxwazên agirbestê û careke din êrîş kirine.
Hat zanîn ku hêzên Asayîşê jî bersiv dane û navendeke leşkerî ya van çekdaran a bi navê “Mefrezaya Lîlo” kontrol kirin.
Hat ragihandin ku dîsa Rûsya destwerdan kiriye da ku li gorî agirbestê tevbigerin, lê çekdarên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kirine û careke din êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirine ku wan jî bersiv daye wan.
Li gorî agirbesta ku şeva borî bi navbeynkariya hêzên rûsî hatiye ragihandin, biryar e îro Pêncşemê piştî nîvro civînên navbênkariyê dîsa destpê bikin.
Herwiha şandeke ji hersê pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan wê serdana Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bikin ji bo derfetek ji bo hewlên gihîştina rêkeftinê bê dayin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin