Besikcî: Kurdan bi referandûmê dengê xwe gihand cîhanê û girîngiya wê qet winda nabe

Besikcî: Kurdan bi referandûmê dengê xwe gihand cîhanê û girîngiya wê qet winda nabe

PeyamaKurd - Nivîskarê mezin û civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşikci dibêje, giringiya referanduma 25ê Îlona 2017an qet winda nabe.

Sibe (îro) 25ê Îlonê 2 sal bi ser referanduma sala 2017an re derbas dibe, ku xelkê Kurdistanê tê de bi rêjeya 92,7 % dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê. Biryara encamdana referandumê biryara gelê Kurdistanê bû, bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî.

Derbarê wê rojê, Îsmalî Beşikci ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdan di 25ê Îlonê de xuya kirin ji cîhanê re ku ew çi dixwazin û dikarin çi bikin û dost û dijminê wan xuya bûn. Giringiya wê referandumê qet winda nabe.”

Civaknas Îsmaîş Beşikci wiha got: “Roja referandumê bi tevahiya gelê Kurd û li hemû perçeyên Kurdistanê rojeke xweş û bextewer û dîrokî bû, dê heya heya ew roj di bîra mirovê Kurd de be, ji ber ku Kurdan bi dilê xwe daxwaza xwe nîşanî cîhanê dan û xwesteka xwe gotin.”

Wî nivîskarê dostê gelê Kurd wiha domand: “Di referandumê de hizra netewî ya Kurdî li pêşiya hizra hizbî ket. Rast e encama referandumê paş ketiye, lê dengê gelê Kurd qet vala naçe û ti hêzek nikare di rûyê daxwaza wan de bisekine. Pêwîst e tevahiya gelê Kurd dersê ji karesatên ku hatiye serê wî bistîne û hizra netewî bihêztir bikin. Pêwîst e Kurd hizir bikin ka dê çi bikin û pêwîst e çi bikin.”


Îro di ser referandûma serxwebûna Kurdistanê re du sal derbas dibin

Serok Barzanî bi helkefta Salvegera Referandûma Serxwebûnê peyamek weşand

Parleman di salvegera wê de referanduma serxwebûna Kurdistanê bibîr tîne

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin