PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di şerê Dêrezorê de, herî kêm 200 çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji herdu aliyan jî windayî çêbûne, ji xeynî kuştina 200 terorîstên DAIŞê herwiha ji HSDê jî di encama êrîşên ser çeperan de 92 şervanan can daye.
SOHRê ragihand, DAIŞê ji Cotmeha 2015an ve êrîşa herî mezin kiriye û hat gotin, li beramberî vê êrîşê di êrîşên hewayî yên hevpeymaniyê de 61 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, 19 jê zarok 51 sivîlan jî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin