PeyamaKurd - Parêzgariya Şirnex a bakurê Kurdistanê ragihandin ku 15 herêmên bajêr wekî herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin.
Li gorî ragihandina parêzgariya Şirnexê, li navenda bajar û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 15 herêm ji bo 15 rojan weke 'Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî' hatin ragihandin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de ji welatiyan hat xwestin ku bi sedema tevdîrên ewlekariyê (operasyon) 15 herêmên nîşankirî ji heta 14ê Sibatê bo çûnûhatina hemwelatiyan hatine qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin