PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir, artêşa Tirk do li ser rêya Hesekê û Til Temirê êrîşî navendeke perwerdeyê ya zarokan kir û di encamê de 4 zarok şehîd, 11 jî birîndar bûn.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, têkildarî êrîşên dawî ya artêşa Tirk daxuyaniyek da raya giştî û da zanîn, piştî hevdîtinên Erdogan li gel hêzên cîhanî, êrîşên artêşa Tirk li dijî herêmê zêde bûne û got:
“Demên dawî xelkê herêmê, şervan û fermandarên HSDê yên şerê DAIŞê kirin, dibin armanca êrîşên artêşa Tirkiyê.
Di van êrîşan de heta niha bi dehan şehîd hene.
Ji wan gelek zarok û sivîl in.
Herî dawî do li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de, li gundê Şemoka navenda perwerdeyê ya zarokên keç bû armanca êrîşê.
Navend ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirin, 2 kîlometreyan nêzî baregeha Koalîsyona Navdewletî ye.
Di vê êrîşa hovane de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.
Piraniya birîndaran zarokên keç in.
Ev êrîş dûrî pîvanên mirovahî û sûcê şer e.
Dewleta Tirk a dixwaze gelên herêmê qir bike, bêserûber êrîşî sivîlan dike.
Wê ev êrîş û yên berî wê bêbersiv nemînin û hesabê wan were pirsîn.
Di serî de Neteweyên Yekbûyî, divê hêzên cîhanê dengê xwe li hemberî kuştina zarokan bilind bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin