PeyamaKurd – Îro Roja Ala Kurdistanê ye û Kurd her sal 17ê meha 12 vê roja taybet bi kêf û dilxweşî pîroz dikin.
Roja 17ê Kanûnê li Herêma Kurdistanê bi fermî weke Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin ku her sal bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li saziyên fermî û cihên giştî tê pîrozkirin.
Ala Kurdistanê cara yekem di 17ê Kanûna 1945an de, bi fermî li ser avahiya şaredariya Komara Kurdistan a Mehabadê hatibû bilindkirin.
22yê Çileya 1946an Komara Kurdistanê hatibû ragihandin û Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên komarê hate bilindkirin û ew roj di dîroka siyasî ya gelê Kurd de, weke qonaxeke girîng tê zanîn.
Parlamentoya Kurdistanê jî piştî 59 salan, di 19/6/2009an de, bi yekdengî roja 17ê Kanûnê weke Roja Ala Kurdistanê ragihand û ji wê rojê ve jî bi fermî tê pîrozkirin.
Ala Kurdistanê:
Rengê Sor: Şoreş, xwînrijandina di şer de, wêrekî, hêz, wekhevî.
Rengê Zer: Ronahî, moral, agir.
Rengê Spî: Aştî, aramî, agirbest.
Rengê Kesk: Keskahî, welat, parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin