PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 269 kesên din bi vîrûsa korona ketine ku 149 mêr û 120 jin in.
Ciwan Mistefa herwiha eşkere kir ku 10 kesên din ji vîrûsê baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 28 hezar û 114 kesan, 935 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar 172 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin