PeyamaKurd - Li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di demen dawî de bûyerên mezin qewimîn. Ji aliyekî Tirkiye bi navê ‘Penceya Piling’ li Başûr li dijî PKKê operasyonek da destpêkirin, li aliye din jî Îranê li sînor li dijî PJAK bi dest operasyenekê kir. Piştî êrîşên asmanî û bejayî yê van dewletan, agahiya êrîşa Tirkiye ku li gundekî Kobanî kiriye û di encamê de 4 kesan can daye hat.
Rojnameger İhsan Kaçar da zanîn ku, di demen dawî de li sînor Tirkiye, sitargehan ava dike û dibe ku ev amadehiyên êrîşan ên li ser Kobanî bin. Kaçar destnîşan kir, hêzên Artêşa Milli ya Sûriye ku Tirkiye piştgirîyê didê, sitargehan çêdikin û li gorî çavkaniyên xwecîhî ev nîşana amadehiyên êrîşan ên li ser Kobanî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin