PeyamaKurd - Li navçeya Bêgirê (Muradiye) ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, du pismaman li ser dabeşkirina erd pev ketin û di encama pevçûna çekdarî ya herdu aliyan de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan bûyer li taxa Adakli qewimî ye di navbera pismamên (kurmam) bi navên; Muştak H. (35 salî), İslam H. (29), İbrahim H. (41) û aliyê din jî Alihan H. (59), Jiyan H. (14) de li ser dabeş nekirina erdan nîqaş dest pê kir û piştre jî bi çekan êrîşî hev kirin.
Kesê bi navê Alihan H ku birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û kesê bi navê Muştak H jî ji lingê xwe birîndar bû û bo nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncuyilê hat veguhestin.
Hat ragihandin ku kesên tevî şer bûne ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin û li malên wan kesan jî demançeyek û 4 tivingên nêçîrê hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin