Rûsya: Lavrov û Çavusglu li Almanyayê dicivin

Rûsya: Lavrov û Çavusglu li Almanyayê dicivin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemtayê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re li Almanyayê dicive.

Pîştî ku artêşa rejîma Sûriyê ber bi Idlibê ve çû û di encama wê pêşveçûnê de şer û pevçûn derketibûn û 13 leşkerên Tirkiyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin kuştin, hat ragihandin ku û dê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemtayê wî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re roja yekşemê li Munchen a Almanyayê bicivin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê eşkere kiribû ku dê şanda rûsî bi serokatiya Lavrov di 14 û 15ê Sibatê beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bibe.

Herwiha Ajansa Nûçeyan a Reutersê bi lezgînî ragihand ku, sibe roja yekşemê li Almanyayê  Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemtayê wî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dicivin.

Hat eşkerekirin ku herdu wezîr dê roja yekşemê di çarçoveya civînên Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê bicivin û hewil bidin ragêşiyê kêm bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin