4 leskerên artêsa Tirkiyê li Cûdî hatin kustin

4 leskerên artêsa Tirkiyê li Cûdî hatin kustin

PeyamaKurd - Operasyona leşkerî li çiyayê Cûdî yê bakurê Kurdistanê berdewam dike û di encama şer de 4 leşkerên tirk hatine kuştin.

Li çiyayê Cûdî yê Şirnexê li dijî endamên PKKê ev 2 roj in operasyona leşkerî berdewam dikin, duhî 3 leşkerên tirk birîndar bûbûn û piştre li nexweşxanê jiyana xwe jidest dan.

Walîtiya Şirnaxê duhî bi daxuyaniyekê kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 leşkeran ragihandibû, lê îro da zanîn ku ji ber giraniya birînên wan, ew 3 leşker li nexweşxanê jiyana xwe jidest dane. Li gorî daxuyaniyê, leşkerên wan li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema di operasyonê de bûn, rastî êrîşa gerilayên PKKê hatibûn.

Ji aliyekî din ve, ji encama bombebarana balafirên li ser gundên binara çiyayê Cûdî yên wek Çolya, Hesana, Şaxê û Heblerê agir bi daristanan ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin