Îro Serokwezîr kevirê hîmê yê projeya navenda bazirganîkirina genim datîne

Îro Serokwezîr kevirê hîmê yê projeya navenda bazirganîkirina genim datîne

PeyamaKurd – Bi armanca dabînkirina asayişa xwarekê, li Hewlêrê bi rêûresmekê, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê hîmê yê projeya navenda bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê datîne.

Bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro di saet 11:00an de rêûresma danîna kevirê hîmê yê projeya navenda bazirganîkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li parêzgeha Hewlêrê birêve diçe.

Ev proje, projeyeke stratejîk a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê çandiniyê de ye, bi armanca dabînkirina asayişa xwarekê ye.

Di çarçoveya vê projeyê de, salane 500 hezar ton genimê cotkaran tê wergirtin. Ji bo wê mebestê jî, çendîn saylo û kargehên taybet li parêzgehên Herêma Kurdistanê tên dirustkirin. Bi vê yekê re, bi hezaran derfetên kar ji derçûyên kolîja çandiniyê re peyda dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin