Rojava | HSDê daxuyanî da: ‘Me ew kust!’

Rojava | HSDê daxuyanî da: ‘Me ew kust!’

PeyamaKurd  - Hat ragihandin ku serokê  petrolê yê DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ku Hevpeyamaniya Navdewletî piştgiriya wê dike vê hefteyê li Sûriyê hatiye kuştin!

HSDê eşkere kir ku Sabit Subhî Fahd el Ahmed di operasyonên li Dêrezorê de hatiye kuştin.

Sabit Subhi Fahad el-Ahmed yek fermandeyê herî payebilind ê DAIŞê bû li Dêrezorê.

Terorîst el-Ahmed ji firotin û kaçaxiya petrolê li Sûriyê û Iraqê bû.

El-Ahmed wekî mejiyê aborî yê rêxistina terorîst a DAIŞê bû ku demekê wê rêxistinê li Iraqê û Rojavayê hikûm kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin