Li Amedê 59 kesên din bi vîrusa korona ketin

Li Amedê 59 kesên din bi vîrusa korona ketin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê encama testên Covid-19 ya 59 kesên din pozîtîv derket.

Li gorî zanyariyan heta niha hejmara tûşbûyên vîrusa korona li Amedê gihîştiye 140 kesan ku li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Hat diyar kirin ku tenemê nexweşên ji Covîd-19 têne dermankirin, di navbera 16 û 91 salî de ne û tevî 2 kesên testa wan pozîtîv derketine 38 kes jî ji nexweşxaneyan hatine derxistin.

 Li navçeya Farqînê jî jineke ducanî ya testa wê pozîtîv derketiye li mala xwe di qerentîneyê de ye.

Heta niha 4 kesan ji vîrûsa korona li Amedê can daye ku tevî navçeyan hejmara miriyan 5 kes in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin