PeyamaKurd – Li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber derketina koronayê di xebatkarekê PTTê de, du şaxên PTTê yên posta-bank û kargoyê hatin girtin.
Li gorî zanyariyan, welatiyê bi navê M.A ku di Şaxa PTTê ya Navendî de weke veznedar dixebitî bi vîrûsa koronayê ketiye.
Piştî xebatkarê veznedar şaxa PTTê ji bo hefteyekê hat girtin.
Herwiha şaxa PTTê ya li Taxa Camî ya navçeyê jî, bi armanca tedbîrê ji bo hefteyekê hat girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin