PeyamaKurd- Li Iraqê li bajarê Musenayê ku dikeve başûrê Iraqê, grûbeka Haşdî Şa’bî bi sedema ku maaş nestandine û nehatine girtin bo nava artêşa Iraqê xwepêşandan kirin. Kesekî ji grûba Haşdî Şa’bî yê bi ser tûxaya 44an ve bo Rûdawê weha gotiye:
“Bi taybetî me ji Fellûceyê, ji Beciyê heya sînorê Iraq û Sûriyê şer kir. Bi wê sedemê em dixwazin li vê herêmê bin. Heya niha em di xaniyên xerabe de di nava sefaletê de jiyan.”
Xwepêşandêr ragihandin ku wan li ser daxwaza merci’a li Necefê, xwe çekdar kirine û divê daxwaza wan were cî. Yekî din ji xwepêşandêran radigihîne ku ew di nava Haşdî Şa’bî de 5 sale şer dike. Lê maaşên wan nedane û di warê aboriyê de perîşan bûne û dixwazin ku di nava hêzên asayîşê de cîh bidin wan.
Li aliyê dinê berdevkê Haşdî Şa’bî yê cepha başûr Alî Huseynî ragihandiye ku nabe maaşên wan nehatibe dayîn û navên gelek kesan di lîsta maaş de tineye ji ber ku weke xwebexş an ku bê maaş çûne şer û niha pere û daxwazên din dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin