PeyamaKurd – Şahê Urdinê Abdullahê Duyem hilbijartina seroktiya Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê pîroz kir.
Şah Abdullah di peyama xwe de got, “Gelekî pê kêfxweş bûm ku birayê min ê hêja ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve wekî serok hatiye hilbijartin.”
Şahê Urdinê serkeftin di erka nû ya Nêçîrvan Barzanî de jê re xwest û diyar kir, dê welatê wî ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê gavan bavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin