Li Stenbolê testên Covid-19ê yên 24 bijîsk û perestaran pozîtîf derketin

Li Stenbolê testên Covid-19ê yên 24 bijîsk û perestaran pozîtîf derketin

PeyamaKurd - Testên Covid-19ê yên 24 bijîşk û perestaran li navçeyên cuda yên ‎Stenbolê kar dikin pozîtîf derketine. Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir ragihand ku li qezayên cuda yên Stenbolê 24 perestar û bijîşkên ‎malbatan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.‎

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Hekîmên Malbatê ya ‎Stenbolê Dr. Kutbettin Demir diyar kir ku li Stenbolê testên koronayê yên 24 perestar û bijîşkên malbatan ‎pozîtîf derketine û got:

“Rewşa giştî ya wan karmendên tendirûstiyê baş e. Çend hevalên me hatine ‎razandin û di bin çavdêriyê de ne, çareseriya hevpîşeyên me yên din jî li malên wan berdewam e. Lê rewşa ‎tendirustî ya hevalên me ne cihê nîgeraniyê ye.”‎

Serokê Lijneya Rêveber a Komeleya Bijîşkên Malbatê ‎da zanîn ku heta hefteya destpêkê ya Adarê ‎wek civak şaşiyên wan çêbûn û got: "Dawiya Sibatê û heta destpêka Adarê welatiyên me yên ji derva ‎dihatin bo raporê wergirin serî li hekîmên malbatan dan. Di vê navberê de têkiliya wan ligel yên bi ‎temen çêbû ku li navendê li benda pişkinînê bûn. Wek bijîşkên malbatê kêmasiya me ya herî mezin ‎nebûna tulum û berçavkan e."‎

Demir tekez kir ku nabe ti welatiyek eger ne bo karekî pêwîst be ji mal derkeve û got: "Îro jî kesên ‎dibêjin nav mista testê me dixure û tiştên wiha bo pişkinînê tên. Navendên tendirûstiyê cihên herî bi ‎rîsk in. Em ji welatiyên xwe re dibêjin ku eger ne rewşeke lezgîn be neyên."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin