PeyamaKurd- Li Başûrê Afganîstanê li bajarê Belhê firokeke leşkerî ket. Aqîbeta kesên di balafirê de ne zelal e.
Di derbarê bûyerê de Berdevkê Fermandariya Artêşa Şahînê yê 209emîn ya li Belhê Hanîf Rezaî daxuyaniyek da û got ku firokeke eydê şirketeke biyanî ji baregehê rabû û piştî demeke kin ket.
Rezaî got ku piştî ku firok ket, agir pê ket. Di firokê de 10 kes hebûn. Ji van 10 kesan sê hatine xilaskirin; lê belê heta niha aqîbeta her heftê dî nayê zanîn.
Rezaî got ku ji ber erizeyekê firok ketiye û di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin