PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî li civîna komîteya amadekirina projeyasaya çaksaziyê (reforman) kir.
Di civîna ku îro Yekşemê pêk hat de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amadehî kir ku guftûgo li ser naveroka yasayê û taybetmendiyên wê yên yasayî û îdarî hatin kirin.
Di civînê de tekezî hate kirin ku pêwîst e bilez projeyasaya çaksaziyê bê amadekirin, wek yek ji karên pêşîne yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji bo pesendkirinê jî bo Parlemana Kurdistanê bê şandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku çaksazî proseyeke gelekî girîng e û pêwîst e di zûtirîn dem de ew proje bê amadekirin û arasteyî Parlemana Kurdistanê bibe.
Mesrûr Barzanî got: “Divê dadperwerî tê de hebe û nabe ti kesekî xwedî maf jê bêpar bimîne, lê di heman demê de jî rê ji bo karên neyasayî û nerewa nayê dayîn.”
Komîteya amadekirina projeyasaya çaksaziyê wek beşeke girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem tê zanîn ku bi biryara Encûmena Wezîran û bi serokatiya Wezîrê Dadê pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin