PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê fermana terhîskirina leşker û efserên beriya 1981ê ji dayîk bûne derxist.
Li gor fermanê dê kesên beriya 1981ê jidayîk bûne bên terhîskirin (leşkeriya wan bidawî bibe) û bangên bo vegera wan a artêşê jî bê betalkirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku dê leşkerên xwedî doktora û pileya bilind li derve yî vê fermanê bimînin û dê ferman piştî 15ê Sibatê bikeve meriyetê.
Ev biryara rejîma Şamê wekî hewleke li hemberî daxwazên opozîsyonê û vegerandina welat a leşkerên reviyane jî tê şîrovekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin