PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya bo 2 hefteyan li seranserê bajêr tevî navçeyan ragihandina çapemeniyê, rûniştin, meş, xwepêşandan, greva birçîbûnê, vegirtina konan, danîna stendan û çalakiyên weka wan hatin qedexekirin.
Li gor ji parêzgeha Hekkariya hat ragihandin, ev biryar bi sedema ewlekariya netewî, aramiya bajêr, bo welat ji hev perçe nebe û parastina maf û azadiya xelkê hatiye danîn.Qedexe di 29 ê mehê de destpêdike û heya 2 hefteyan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin