Şam: Bila Tirkiye piştgiriyê nede terorîzmê

Şam: Bila Tirkiye piştgiriyê nede terorîzmê

PeyamaKurd - Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Qusay El Dehaq, Tirkiyeyê bi “piştgirîdayîna terorîzmê” tawanbar kir û got: “Tirkiye hem alîkariya terorîstan dike û hem jî li dijî binesaziyên sivîl hêrişan pêk tîne.”

Li parêzgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) New Yorkê, civîna mehane ya ji bo Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) pêk hat.

Di cîvînê de rapora mehane ya di derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate aşkerekirin û nûnerên dewletan di derbarê raporê de nirxandinên xwe kirin.

Di civînê de Nûnerê Sûriyeyê yê NY Qusay El Dehaq, ji ber çalakiyên wê yên leşkerî Tirkiyeyê bi tundi tawanbar kir.

El Dehaq got: “Em bang li rejîma Tirkiyeyê û Recep Tayyip Erdogan dikin ku bila li bakur-rojavayê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) piştgiriyê nede terorîzmê û hêrişên xwe yên li dijî binesaziya sivîl rawestîne.

Nûnerê rejîma Sûriyeyê Qusay El Dehaq di derbarê pêşîlêgirtina çemên ku ji bakurê Kurdistanê berew Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ve diherikin de jî ji Enqereyê daxwaz kir û got: “Bila pêşiya ava Elokê negire çimku girtina ava Elokê dibe sedemê xizmetwernegirtina 1 mîlyon kesan.”

Ji aliyê din ve di civînê de Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Geir Pedersen rapora xwe ya mehane parve kir.

Pedersen ragihand ku pêvajoya danûstandinên çareseriyê yên Sûriyeyê qet bi pêş ve naçin û hê jî her meh ew heman pevçûnan careke din di raporên xwe de dubare dikin.

Pedersen di vê çarçove yê de bang li hemû aktorên Sûriyeyê kir ku bila pevçûnan bi dawî bikin.