Şehab: Başkirina têkiliyên bi Tirkiye re di berjewendiya Kurdistanê de ye

Şehab: Başkirina têkiliyên bi Tirkiye re di berjewendiya Kurdistanê de ye

PeyamaKurd- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê serdana Eniya Tirkmenî ya Iraqê kir û li ser serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Hewlêrê daxuyanî dan.

Şehab serdana Erdogan wekî pêşhateke girîng nirxand û got, başkirina pêwendiyan a bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ye.

Nakokiyên siyasî zirar didin Herêma Kurdistanê

Dilşad Şehab, diyar kir ku nakokiyên siyasî derbeyên yasayî û siyasî li Herêma Kurdistanê xistine û got, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan bi hemû aliyên siyasî re di pêwendiyê de ye.

Şehab got: “Em dibêjin ku hebûna parlamentoya ku bi rastî nûnertiya gel bike, ji hemû pirsgirêkan girîngtir e. Serok Nêçîrvan Barzanî hertim tekezî li ser wê yekê dike ku nabe valahiya siyasî li Kurdistanê çêbe.”

Serdana Erdogan bo Hewlêrê pêşhateke girîng e

Dilşad Şehab li ser serdana Erdogan a piştî 13 salan a Bexda û Hewlêrê jî got: “Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re xwedî gelek berjewendiyên hevpar e. Parastina sînorên di navbera me de armanceke hevpar e. Serdana Serokomarê Tirkiye ya Hewlêrê pêşhateke girîng e. Başkirina pêwendiyan a bi Tirkiyeyê re di berjewendiya Kurdistanê de ye.”

Nêçîrvan Barzanî ji bo mijara hinardeya petrolê diçe Bexdayê

Şehab li ser destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê jî diyar kir ku di demeke nêzîk de Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û wiha pê de çû: “Di serdana xwe ya Bexdayê de dê Serokê Herêma Kurdistanê bi Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re bicive. Nakokiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê zererê dide hemû Kurdistanê û civakê.”