Selahattin Demirtas birin Diyarbekirê

Selahattin Demirtas birin Diyarbekirê

PeyamaKurd – Serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş, ji ber bavê wî Tahir Demirtaş krîza dil derbas kiriye, duhî bi şev wî birine Diyarbekirê. Tahir Demirtaş piştî krîza dil derbas kiriye wî birine nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Gazi Yaşargil û wî xistine beşa hûrlênêrînê. Hat ragihandin ku wê Tahir Demirtaş ji dilê xwe emeliyata baypassê bibe.

Hat ragihandin ku Demirtaş ber destê sibê siet di 04.00 ê sibê de birine Diyarbekirê û piştî bavê xwe dîtiye car din wî birine zîndana Edirneyê. Ragihandina ‘grûba parêzeran ya Selahattin Demirtaş’ daxwuyaniyekî weha da:

“Bav û dêya muwekîlê me yên Selahattin Demirtaş li pey hev nexweş ketine û diya wî Saide Xanim piştî dermankirinê ji nexweşxanê derketiye lê bavê wî Tahir Beg hêjî di beşa kardiyolojiyê de dermankirina wî dewam dike. Ji ber dê û bavê wî nexweşînên wan yên talûkene, Demirtaş mafên qanûnî yên xwe bikaraniye, di roja 12 ê mijdarê de ji Edirne birine Diyarbekirê û piştî seredaneka kurt daye bavê xwe, car din wî birine zîndana Edirnê.

Ji bo herkesê ku keda xwe daye, ji tîmên tenduristiyê re em sipasiya Demirtaş û malbata wî dişînin. Ev agahiye ji bo raya giştî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin