NY bang li çekdarên Pencsîrê kir: Nehêlin kes bimre

NY bang li çekdarên Pencsîrê kir: Nehêlin kes bimre

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî bang li Afxanistanê li eyaleta Pencşîrê li terefên şer dikin kir da nehêlin di nav sîvîlan de kes bimre. Berdevkê sekreterê giştî yê NY Stephane Dujarric, îro di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser rewşa Pencşîrê weha got:

“Her şerê çekdarî ku dewam dike, ji bo me endîşe ye. Şer û pevçûn rewşa mirovî dixe zorê û xerab dike. Ev jî ji bo me jimara pirsgirêkên xwegihandinê pir dike. Weka di her şerî de em bang dikin terefan ku nehêlin sîvîl bên kuştin û ev ji me re girîng e.”

Li aliyê dinê hêzên Pencşîrê yên di bin serpereştiya Ahmed Mesûd de li Wadiya Pencşîrê di êrîşa Talîbanê de 350 çekdarên Talîbane kuştine û dest danîne ser sîlihên wan. Di daxwuyaniya hêzên Pencşîrê de hatiye gotin ku E-Qaîde tevlî Talîbanê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin