PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî serdana xwe ya Bexdayê ji medyakarên Iraq û Kurdistanê re nirxand. Serok Barzanî da zanîn ku wî di serdana Bexdayê de niyeta danûstandinên jidil û çareseriyê dîtiye û hêvî dike hemû pirsgirêk bi rêyên dîyalogê çareser bibin.
Serok Barzanî got, “Em li Bexdayê bi hemû aliyên dijayetiya me dikin re civiyan. Ti kes nikare di armancên stratejîk de, bi gelê Kurdistanê paşde gav bide avêtin.”
Serok Barzanî li ser pirsên rojnamevanan diyar kir ku pêwîste hemû kêşeyên leşkerî, siyasî û ewlekariyê bi rêbazên diyalogê werin çareserkirin û wiha axivî: “Em ji bo çareserkirina hemû kêşeyan xebatê dikin. Em bi aliyên Iraqî re rêkeftin ku ji bilî danûstandinê rêya çareserkirina pirsgirêkan nîne.”
Serok Barzanî da zanîn ku wan li Bexdayê ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di çarçoveya madeya 140 de hevdîtin pêk anîn, lê ji ber ku hîn hikûmet tam ava nebûye nayê pêşbînîkirin ku niha gav bên avêtin.
Li ser nasnameya Kerkûkê jî Serok Barzanî destnîşan kir, “Hemû pêkhate li Kerkûkê di nav biratiyê de dijîn, lê nasnameya Kerkûkê Kurd e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin