Serok Mesûd Barzanî bi Mîrê Êzîdiyan û Meclisa Rûhanî re civiya

Serok Mesûd Barzanî bi Mîrê Êzîdiyan û Meclisa Rûhanî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mirê Êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Baba Şêx Ali İlyas û bi endamên meclisa rûhanî ya Êzîdiyan re civiya. Serok Barzanî got ku bi ti awayî îznê nade ku Kurdên Êzîdî di derveyê civaka Kurd de bimînin û soz da wan.

Mîr Hazim Beg li ser seredanên xwe yên derveyê welat agahiyan da serok Barzanî û bi qedir behsa rola Pêşmerge û PDK ê kir ku di rizgarkirina Şengalê de çawa destekê dane Kurdên êzîdî û pêkhateyên din û behsa fîdakariya wan kir.

Di hevdîtinê de behsa bicîhanîna Peymana Şengalê kirin ku divê koçberên şengalê zûtir dagerin ser axa xwe û astengiyên pêşiya wan rabin. Serok Barzanî ragihand ku bi her awayî destekê dide Peymana Şengalê û divê hêzên ne qanûnî ji Şengalê derên, rewş normal bibe û rêvebirîriya Şengalê teslîmê xelkê Şengalê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin