Serokê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê hisyarî da Kurdistaniyan

Serokê Komela Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê hisyarî da Kurdistaniyan

PeyamaKurd - Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir, di roja 16ê Adarê ya bîranîna komkujiya Helebceyê de ku ti merasîm îsal nehatine kirin, hişyarî da gelê Kurdistanê daku pabendî biryar û şîretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.

Loqman Ebdulqadir daxwaz ji gelê Kurdistanê kir, ji bo ku felaketek din mîna ya Helebcê neyê serê me bila her kes pêbendî şîretên tenduristiyê yên li hember belavbûna nexweşiya koronayê be.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebcê, Loqman Ebdulqadir got, qurbaniyên Helebcê li hember çekên kîmyayî bê pêdivî bûn, ji ber wê jî şehîd û birîndar bûn û wiha axivî: “Vîrusa Koronayê jî ji êrîş û çekên kîmyayî kêmtir nîne. Ji ber wê jî bila xelkê Kurdistanê pêbendî şîretên tenduristiyê bin da ku felaketeka din mîna ya Helebcê neyê serê gelê Kurdistanê.”

Loqman Ebdulqadir herwiha da zanîn, biryar bû dadgeha Helebcê sibê (17 vê mehê) ji bo dosyeya 25 kes û şîrketên ku destê wan di kîmyabarana Helebcê de hebûye, bicive lê ji ber bêhnvedana koronayê civîn hatiye betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin