PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro beşdarî vekirina 13emîn Pêşangeha Bazirganiyê ya Navdewletî ya Hewlêrê bû.
Mesrûr Barzanî di dema vekirina pêşangehê de bal kişand ser karnameya hikûmetê ya aborî û veberhênanê û got: “Me di bernameya hikûmetê de girîngiya mezin daye aboriyê û ev pêşangeh dibin destpêkeke baş ji xwedî kar û kompanyayan re, ji bo tenê pişt bi yek karta aboriyê ve girê nedin û jêder firehalî bin.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Bi hevkarîkirina xwedî kar û werbirhêneran re kêmtirxem nabin û hemû asankariyan ji wan re dikin. Hêvîdar im ev pêşangeh bibe sedema nêzîkbûna bazara Kurdistanê ji bazarên cîhanê.”
Hêjayî gotinê ye, îsal 300 kompanya ji 22 welatên cuda beşdarî pêşangeha bazirganî ya Hewlêrê dibin ku 4 rojan berdewam dike.
Di pêşengehê çend welatên wek Çîk, Kuwêt, Qeter sponsorî û piştevaniyê dikin ku hejmarek kompanyayên mezin ên navxweyî jî beşdarên pêşangehê ne.
Dê di pêşengehê de hejmarek panel û çalakiyên curbecur ên bazirganî birêve biçin.