PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata xwuşka serokerkanê Iraqê yê Orgeneral Abdulemir Reşid Yarallah peyamekî taziyê belav kir. Barzanî di peyamê de behsa parvekirina êşa malbata Yarallah kir û ji malbatê re sersaxiyê xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê de weha got:
“Rêzdar serokerkan Orgeneral Abdulemir Reşid Yarallah! Min xebera wefata xwuşka te bi xemgînî bihîst. Di vê roja we ya bi êş de, ez êşa we ya malbatê ji dil parve dikim û taziyên xwe ji we re peşkeş dikim.
Ji Xwedê dixwazim rehmetê li xwuşka we bike, wê mexfîret bike, ciyê wê bihişt be, ji zatê we re, malbata we re û ji mirovên we re sebr û metanbetê dixwazim.”