PeyamaKurd - Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamevaniyê bi dirûşma Parastina Rojnamevanên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê tê lidarxistin.
Hate ragihandin konferans sibe di roja salvegera Rojnameya Kurdistan ku 22yê Nîsana 1898'an li Qahîre ji aliyê Mîqdat Mîthad Bsedirxan ve hatiye çapkirin de li Hewlêrê dest pê dike.
Di dîdara ku bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê lidarxistin de, mijar Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî ye.
Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê herwiha bi hevahengiya Komîteya Cenderî ya Rojnamevanan (IFJ) 26 saliya xwe bibîr tîne. Konferans heta 23yê Nîsana 2024a berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin