ENKS wê bi Mîrektiyên Ereban yên Yebûyî re biaxive!

ENKS wê bi Mîrektiyên Ereban yên Yebûyî re biaxive!

PeyamaKurd- Berpirsê Karên Derve yên Encumena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got ku şandeyeke ENKSê wê bi Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî (MEY) re hevdîtinekê pêk bînin.

Îbrahîm Biro ji televîzyoneke netewî re axivî û got ku şandeyeke ENKSê wê di 7ê Tebaxê de bi Wezîrê Karên Derve yê Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî re biaxive.

Biro got ku em ê li vê derê li ser qeyrana Sûriyê û mafên Kurdan bisekinin.

Biro li ser pêwendiyên bi Siûdî Erebîstanê re jî axivî û got ku li wir jî em li ser mafên hemî ehlê Sûriyê sekinîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin