PeyamaKurd - Fermandarê hêzên eniya Gwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand ku Koalîsyona Navdewletî, operasyona hewayî bo ser İŞİD ê kiriye û di encamê de 10 İŞİD î hatine kuştin. Barzanî ragihand ku İŞİD î xwe di valahiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de xwe veşartine. Sîrwan Barzanî weha got:
“Di nav 2 rojên dawiyê de balafirên hêzên koalîsyonê ciyên ku İŞİD î xwe lê veşartine bombebaran kirine, di bombebaranê de tunelên İŞİD iyan û ciyên xweveşartinên wan bi ser hev de herifandine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin