Sîstema nû ya elektronîkî ji bo giliyên karkeran hat destpêkirin

Sîstema nû ya elektronîkî ji bo giliyên karkeran hat destpêkirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberiya Civakî ji bo gihandina dengê karkeran û parastina mafên wan ên yasayî sîstemeke nû ya elektronîkî da destpêkirin.

Ev platform rêyeke fermî, hêsan û ewle peyda dike da ku karker karibin doz û giliyên xwe yên li ser mûçe, demjimêrên kar, jîngeha kar û helwestên li hember kedkaran bi awayekî birêkûpêk tomar bikin û bi rêya hejmareke taybet pêvajoya çareserkirinê bişopînin.

Rêveberiyê tekez kir ku ev gav armanc dike ku asta şefafiyetê bilind bike, lêkolîna arîşeyan lezîntir bike û nasnameya serlêderan bi temamî veşartî bixîne.

Wekî din hat diyar kirin ku platform alîkar e di avakirina jîngeheke dadperwerane û çareserkirina nakokiyan de berî ku mezin bibin. Kedkar dikarin bi rêya lînka fermî (Skala.gkrd.krd) serlêdanên xwe bikin.