Siyasetmedarekî Iraqê: Namzediya Hosyar Zêbarî ya serokomartiya Iraqê bi xeteke Farisî hatiye nivîsandin

Siyasetmedarekî Iraqê: Namzediya Hosyar Zêbarî ya serokomartiya Iraqê bi xeteke Farisî hatiye nivîsandin

PeyamaKurd Rêveberê siyasî yê Iraqê Nacih Ebas Mîzan bi twîtekê diyar kir, biryara redkirina namzediya Hoşyar Zêbarî ya serokomartiya Iraqê, bi xeteke Farisî hatiye nivîsandin.

Li gor Siyasetmedarê Iraqê û Emîndarê Giştî yê Kongreya Damezrêneriya Herêma Selahedîn Nacih Ebas Mîzan li ser twitterê eşkere kir: “Biryara dûrxistina Hoşyar Zêbarî ji namzediya serokomartiya Iraqê, bi xeteke Farisî hatiye nivîsandin.”

Berî niha jî Rêveberê Hevpeymaniya Siyade Mîşan Cibûrî di hevpeyvîneke li gel televîzyonekî Iraqê de destnîşan kiribû, biryara dadgeha federal li gor wan zanyariyên ku ji wan re hatine pêşkeş kirîbû, bi taybet jî Zêbarî berê jî wezîrê darayî yê Iraqê bû, wê demê jî bibû armanc û ew mijarkirina armanc jî, PDK armanc kirine, ne hebûna dosyayeke li ser Zêbarî ku namzedê serokomar bû.

Cibûrî diyar kiribû, niha em hevpeyman in li gel PDKê û Tevgera Sedir. Peywira serokomartiya Iraqê beşa PDKê ye û Serok Mesûd Barzanî wê destnîşan bike ka wê kî bibe serokomarê Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin