Ji Serokê Parlamana Îraqê bo nûnerên xwepêsandaneran banga diyalogê

Ji Serokê Parlamana Îraqê bo nûnerên xwepêsandaneran banga diyalogê

PeyamaKurd - Li Îraqê protestoyên dijî hikûmetê sê roj in bê navber dewam dikin. Di protestoyan de heta niha bi kêmanî ve 33 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandanên ku ne girêdayî kom û kesan e, bi piranî li Bexda û bajarên li başûr li yên Şîa li dar dikevin.

Ajansa fermî ya Îraqê ragihand ku Serokê Meclîsê Muhamed El Halbusî nûnerên xwepêşandaneran vedixwîne meclîsê. Xwepêşander daxwaza xizmetguzarî, nehiştina hejariyê ji hikûmeta federal a Iraqê dikin.

Amerîka û jimareke din ên welatên Ewrupî bo Îraqê banga aramîyê dikin û ji hêzên hikûmetê û xwepêşandaneran dixwazin ku dûrî tûndûtûjîyê tevbigerin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin