PeyamaKurd- Şîrketa hilberîner ya bi navê Porsche ya Almanya ku otomobîlên gelek luks û biha çêdike, navê bertîl û bikaranîna erka xwe bixerabî ket serî. Li ser van gumanan avêtin ser baregehên şêrketê û malên muşawirên aborî yên şîrketê. Polîsê eyaleta Baden Württembergê ragihand ku dest danîne ser belgeyan û bo lêkolînan wan belgeyan birine dozgeriyê.
Li gor ragihandina dozgeriya Stuttgartê; sedema ku avêtine ser mal û ofîsan, ew e ku di ortê de bertîl û bikaranîna erkê bi xerabî heye. Li gor daîra kontrolê; şîrket bi dizî belgeyan daye şêwirmendê xwe yê bacê û di bedêla wan de pere an ku bertîl sitendiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin